Îran: Çarenivîsa Esed hêla sor e

ARA News- Navenda Nûçeyan

Nûnerê rêberê Îranî, Elî Xamineyî tekez dike ku, dê welatê wî nehêle ku Serokê Sûriyê, Beşar Esed li ser desthilatê were rakirin.

Nûnerê Xamineyî li nav Pasdarên Îranê, Ayetullah Elî Seîdî di daxuyaniyekê de duh Înê (29ê Tîrmehê) tekez kir ku 3 hêlên sor derbarê paşeroja Sûriyê de li cem wan hene.

Ayetullah Seîdî diyar kir ku “çarenisîa Esed, yekîtiya xaka Sûtiy û bergirîkirin li gorên pîroz” 3 hêlên sorin li cem Tehranê.

Navborî da zanîn ku, heta niha Amerîkayê niyaza xwe ya “xirab” beramber “têkbirina komara islamî” de neguhertiye.

Derbarê rêkiliyên ligel Iraqê jî, Seîdî wiha got: “Yekparçeyiya Iraqê, desthilatdariya pirdengan û bergirîkirin li cihên pîroz” jî hêlên sorin li cem Îranê.

Çekdarên Îranî li Sûriyê alîkariya rejîmê di şerê li dijî opozîsyonê de dike, bi taybet li Heleb û Şamê.

Top