“Paytexta Çekan” a DAIŞê eşkere bû

ARA News- Navenda Nûçeyan

Hat zanîn ku DAIŞê bajarekî Iraqê ji xwe re kiribû paytexta çêkirina çekan “pêkhate jî ji Tirkiyê” bidest dixistin.

Rojnameya “Le Figaro” ya Fransî îro Înê (8ê Tîrmehê) raporek derbarê çavkaniya çekên DAIŞê belav kir.

Di raporê de hatiye ku, DAIŞê bajarê Felûca yê Iraqî ji xwe re xistibû navenda çêkirina çekan û “14” kargehên biçûn ên çêkirina çekan li wir avakiribûn.

Li gor belgeyên DAIŞê yên ku hatine desteserkirin, di sala 2015an de wê rêxistina radîkal kariye “3 rokêtên Grad û 2 rokêtên Fetih” berhem bîne. Kargeh jî di nav malan de, li mizgeftan û nexweşxaneyan hatibûn danîn.

Raproa “Le Figaro” li ser bingeha daxuyaniyên hin dîplomatkar û rêxistinên nefermî yên rojava hatiye amadekirin, lê ti nav nehatine eşkerekirin.

Di her 14 kargehan de, 150 kesan li ser çêkirina çekan kar dikirin, ji 27ê Sibata borî û heta 2ê Adarê “15 rokêtên Fetih” çêkiribûn. Herwiha di navbera Îlona 2015an û Gulana 2016an de, çekdaran 2 hezar û 495 top û rokêt çêkirine.

Herwiha rapora wê rojnameya Fransî belavkiriye ku, DAIŞê bi rêya kompaniyayekê “pêkhateyên bombeyan ji Tirkiyê dikirî”, bi rêya hin kompaniyayên Tirkî jî “hin pêkhateyên din ên teqemanî û bombeyan” ji Çînê dikirî.

Operasyona rizgarkirina Felûcayê roja 23ê Gulanê bi fermana Ebadî dest pê kiribû, roja 26ê mehê jî operasyon bi kontrolkirina navçeyê bidawî bû.

Raporê diyar kiriye jî ku, DAIŞê çekên xwe li Tikrît û Rumadî yên Iraqî û Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê jî çêdikirin.

Top