Bo cara “100” Bahoz Erdal “şehîd” bû

ARA News- Navenda Nûçeyan

Medyaya Tirkiyê belav kiriye ku, fermandarê diyar ê Hêzên Parastina Gel (HPG) Bahoz Erdal şehîd bûye, HPGê jî red dike.

Ajansa Anadolê ya nîv fermî li Tirkiyê îro Şemiyê (9ê Tîrmehê) nûçeya “kuştina Bahoz Erdal” belav kir.

Bahoz Erdal sala 1969an jidayik bûye, li zanînega Şamê beşa pizîşkî xwendiye, piştî girtina rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), Ebullah Ocalan, navê Erdal wek fermandarekî diyar ê HPGê derket holê.

Di nûçeya Anadolê de hatiye jî ku, duh danê êvarî otomobîla Erdal li ser rêya Qamişlo-Amûdê hatiye armanckirin, di encamê de navborî jiyana xwe jidest daye.

Li gor daxuyaniya Asayişa Rojava jî, duh danê êvarî “ji ber hin sedemên teknîkî” otomobîleke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku çek hilgirtibûn, li ser rêya Qamişlo-Amûdê teqiya ye.

Di daxuyaniya asayişê de hatiye kî ku “ji encama teqînê 2 şervanên YPG birîndar bûne” bêyî ku ti amajeyê bi hebûna şehîdan bike.

Lê hin çavkaniyên xwecihî ji Qamişloyê diyarkirin ku, hemû kesên di nava otomobîla teqiyayî de jiyana xwe jidest dane.

Derbarê van daxuyaniyan de, çavkaniyekê ji HPG ji ajansa ANF (ya ser bi PKK ve) red kir ku Bahoz Erdal şehîd bûbe û tekez kir ku, navborî “Li Kurdistanê li ser karê xwe ye.”

Çavkaniya HPG, bêyî ku navê wê eşkere bibe, diyar kir ku, ev cara 100 ye ku Tirkiyê nûçeya şehîdbûan Erdal belav dike “dixwaze bi vê yekê moralên şikestî yên leşkerên xwe bilind bike.”

Erdal yek ji wan kesan e ku navê wî di “Lîsteya Sor” a Wezareta Navxwe ya Tirkiyê de ye, bi tohmeta “teror ê.”

Top