Heleb: Şervanan derbeyeke dijwar li rejîmê xistin

ARA News- Heleb

Li Helebê şer û pevçûnên giran berdewam in, şervana jî derbeyek dijwar li leşkerên rejîmê xistin û ziyanên madî û mirovî yên mezin gihandin wan.

Derbarê pêşhatên meydanî de, Mislim Ebû Selûm ku di nava şervanên opozîsyonê de ye ji ARA Newsê re ragihand ku, wam êrîşî xalên ku leşkerên vê dawiyê girtine kirin û çend tank û topxane jinavbirin.

Ebûs Selûm diyar kir ku, şervanên çend pêgehên girîng li derûdora taxa Benî Zêd vegerandin û ziyanên mezin gihandin leşkerên rejîmê.

Li gor ku navborî aniye ziman, şervanan tankek li derdûdora Benî Zêd û yek din li bazara taxa Xalidiye jinavbirine, tevî têkbirina topxaneyekê li ser girê Şêx Yûsif li Şêx Necar û yek din jî li baxçeyên Milah.

Ev çend rojin ku şervanan dest bi êrîşeke mezin kirine ji bo vekirina rêya Kastêlo ya stratejîk li bakurê Helebê, ku niha di dest rejîmê de ye, lê ji ber firokeyên Sûrî û Rûsî, heta niha ew rê girtî ye.

Rêya Kastêlo navçeyên opozîsyonê li rojhilat û bakurê Helebê bihev ve girêdide, bi girtina wê rêyê jî, leşkerên rejîmê pêgehên opozîsyonê dorpêç kiriye.

Ji sala 2012an ve Heleb bûye du beş, beşek (rojava) di bin kontrola rejîmê de ye û beşê din (rojhilat) di bin kontrola opozîsyonê de ye.

Li gor amarên rêxistinên mirovî, di navbera 250-300 hezar kesî li navçeyên di bin kontrola opozîsyonê de dijîn.

Top