Şervanên QSDê li nava Minbicê

ARA News- Kobanê

Hêzên Sûriyeye Demokratîk (QSD) avahiya Nifûsê li Minbicê rizgarkirin, li gor agahiyan jî “40” DAIŞê hatine kuştin.

Elî Minbic ku di nav şervanên QSDê de ye ji ARA Newsê re diyar kir ku, piştî girtina filketa Sebih Behratê, wan karî avahiya Nifûsê li başûrê Minbicê kontrol kirin.

Operasyona rizgarkirina Minbicê di dawiya Gulana borî de destpêkiriye, ji ber mayînkirina rê û xaniyan, şervanên QSDê naxwazin di pêşdeçûnê de lezê bikin.

Li gor agahiyan, li kolana Rabîta û derûdora nexweşxaneya Niştimanî yên li rojhilatê bajêr şerekî dijwar qewimî. Di şerê li vir de herî kêm 15 çekdar hatin kuştin.

Li bakurê bajêr jî şer li taxa Hezawnê giran bû û di encamê de 25 çekdar hatin kuştin.


Şîrove bike