Kerry li Moskoyê ye û dê ligel Putin û Lavrov bicive

ARA News- Navenda Nûçeyan

Nûnerên Navdewletî yê Taybet li Sûriyê, Staffan de Mistura tekez kir ku, dê civîna rayedarên Amerîka û Rûsyayê “girîng be bo dubare destpêkirina danûstaninên çareserkirina krîza Sûriyê.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê, John Kerry îro Pêncşemê (14ê Tîrmehê) gihişte Rûsyayê û dê ligel hevşanê xwe Sergey Lavrov û serokê wî welatî Vladimir Putin jî bicive.

Derbarê civînê de De Mistura ji Cenêvê di konferansek rojnamevanî de got: “Em hêvîdarin ku curek ji lihevtêgehiştin û pêşketinê derkeve holê.”

De Mistura li hêviya wê yekê ye ku, di civîna Kerry û Putin de hin tiştên nû derbarê helwesta ji krîza Sûriyê de derkeve, ji bo ku banga dubare destpêkirina danûstandinên di navbera rejîm û opozîsyona Sûriyê de bike.

Amerîka ya ku piştgiriya opozîsyonê dike û Rûsya ku bi hemû awayan hevkariya rejîmê dike, heta niha li ser awayê çareserkirina krîza Sûriyê nakok in, bi taybetî xala girêdayî çarenivîsa Serokê Sûriyê, Beşar Esed ve.

Nûnerê Navdewletî yê Taybet li Sûriyê diyar kir jî ku, eger pêngavên erênî bên dayîn, dibe ku di Tebaxê de danûstandinên çareserkirina krîza Sûriyê werin destpêkirin.

Beriya niha medyaya Amerîkayê belav kiribû ku, dê Kerry pêşniyarekê derbarê hevahengiyê di şerê li dijî DAIŞê de pêşkeşî Rûsyayê bike.


Şîrove bike