Leşkerên rejîmê li derûdora Qezhelê

ARA News- Hims

Leşkerên rejîma Sûriyê çend gundên Turkmenan li Himsê dorpêçkirin, piştî dîlgirtina 20 leşkeran ji aliyê gundiyan ve.

Peyamnêrê ARA Newsê li Himês diyar kir ku, leşkerên rejîmê û çekdarên bi ser ve her du gundên Qezhel û Om el-Qeseb yên turkmennişîn li rojavayê Himsê dorpêç kirin û gefên tund jî li gundiyan xwarine.

Ji aliyê xwe ve rojnamevan Omer Hisên diyar kir ku, berê gundiyên Qezhel û Om el-Qesab 20 leşkerên rejîmê dîlgirtinûn “piştî hejmarek leşker kesayetiyek Turkmen girtibûn.”

Hisên eşkere kir jî ku “leşkerên rejîmê gefa kuştina hemû zilamên her du gundan xwariye, eger her 20 leşker serbest neyên berdan.”

Herwiha şandeyek rîsipiyên her du gundan hewla danûstandinê ligel leşkerên rejîm dikin ji bo ku rewş têkneçe.

Her du gundên Qezhel û Om el-Qure li rojavayê Himsê dikevin û 4 km ji navenda wî bajêrî dûrin, beriya niha gelek derbideran xwe li her du gundên Turkmenan girtine.


Şîrove bike