ARA News- Navenda Nûçeyan

Hat ragihandin ku hêzên ewlekariyê li Stenbolê ketine amadebaşiyê de, piştî rojekê ji girtina konsulxaneya Fransayê li wî bajarê Tirkiyê.

Li gor ku medyaya Tirkiyê îro Pêcşemê (14ê Tîrmehê) belav kir ku, polîs her kesê ku dixwaze li metroya Mermrayê siwar bibe lêkolîn dike.

Herwiha hêzeke zêde ji polîsan li tonela ku her du beşên Stenbolê bihev ve girêdide, hatine belavkirin.

Ev kar di demekê de ne ku di sala 2016an de gelek teqîn li Stenbolê çêbûne, ya dawî jî li firokexaneya Ataturkê bû kudi encamê de 45 kesan jiyana xwe jidest dabû.

Di destpêka vê mehê de jî, Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim ragihandibû ku ew dê tedbîrên ewlekariyê li Stenbolê tundtir bikin.


Şîrove bike