Heta Hezîranê 2500 penaber xeniqî ne

ARA News- Navenda Nûçeyan

Rêxistina Koçberiyê ya Navdewletî (IOM) ragihand ku, di sala 2016an de bêhtir ji 3 hezar û 600 penaberî jiyana xwe jidest danr, praniya wan jî ji Sûriyê û Efxanistanê ne.

Di rapora IOMê ya ku îro Pêcşemê (14ê Tîrmehê) belav bûye de hatiye, di 6 mehên destpêka sala 2016an de 3 hezar û 694 penaberê ku ji ber şer û tundiyê ji welatên xwe reviyan e, jiyana xwe jidest dane yan jî çarenivîsa wan nediyar e.

Li gor amarên rêxistina navdewletî, ev hejmar îsla ji sedî 18 bilind bûye.

Praniya penaberên ku dixwazin xwe bigihînin Ewropayê, bi rêya Derya Spî bi qaçaxî ji Tirkiyê û hin welatên Efrîqayê diçin.

Heta destpêka meha Hezîranê jî, çarenivîsa 2 hezar û 905 kesan nediyar e yan jiyana xwe jidest dane, ji wan jî 2 hezar û 500 kes di Derya Spî de xeniqî ne.

IOMê pêşbînî kir jî ku, hejmara penaberên ku dê bixwazin bi rêya deryayî xwe bighînin Ewropayê di Havînê zêde bibe, lewma metirsî li ser jiyana wan ji xeniqandinê heye.


Şîrove bike