Di bûyerê de 84 kes bûne qurbanî

ARA News- Navenda Nûçeyan

Hejmara qurbaniyên bûyera bajarê Nise (Nice) gihişte 84 kesan, Fransayê jî 3 roj şîna giştî ragihand.

Di dema birêveçûna merasîmên “Roja Niştimanî” ya Fransayê li bajarê Nice, kesekî ku heta niha nasnameya wî nehatiye zanîn, barhilgira xwe arasatyî koma beşdarbûyan kir û bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûne.

Serokê Frasnayê, François Holland jî şîna giştî bo heyama 3 rojan li seranserê welêt ragihand, dê sibe 16ê Tîrmehê jî yekemîn roja şînê be.

Li gor agahiyên fermî, şofêrê barhilgirê 2 km di anava beşdarbûyên merasîmê re birêve çûbû, beriya ku polîs wî bikujin.

Di encama bûyera dilêş de jî, 84 kesan jiyana xwe jidest daye û derûdora 150î jî birîndar in, ku rewşa 18an ji wan metirsîdar e.

Heta niha nehatiye zanîn bê ew şofêr ser bi ti alî û rêxistinekê ve ye, lê polîsna tekez kirin ku wan destdaniye li ser hejmarek çek û narincok di nava barhilgirê de.


Şîrove bike