Di êrîşê de 3 Pêşmerge şehîd bûne

ARA News- Navenda Nûçeyan

Pêşmergeyan êrîşeke 3 alî ya DAIŞê li başûrê Kerkûkê têkşikandin, ziyanên mezin jî gihandin çekdarên radîkal.

Li gor medyaya Başûrê Kurdistanê, şeva borî 14ê Tîrmehê çekdarên DAIŞê ji 3 aliyan vê êrîşî gundê Banşax ê ser bi Daqûqê ve (40 km başûrê Kerkûkê) kirin.

Pêşmergeyên ku wî gundê Kurdnişîn diparêzin karîn êrîşa çekdara têkibişkînin û gele çekdar jî hatine kuştin.

Herwiha hatiye belavkirina ku “di êrîşî de 3 Pêşmerge şehîd bûne û çendek jî birîndar bûne.”

Niha tevaya axa Başûrê Kurdistanê di dest Pêşmergeyan de ye, li çendîn cih jî berdewam çekdarên DAIŞê êrîş dikin, lê her Pêşmerge bersivê didin.


Şîrove bike