Çemê Xabûrê

ARA News- Hesekê

Çekdarên ser bi rejîma Sûriyê ve pêgehên xwe li nava bajarê Hesekê bihêz dikin, rêyên nû jî ji xwe vedikin.

Çavkaniyên xwecihî ji Hesekê ji ARA Newsê re diyar kirin ku, çekdarên Bergiriya Niştimanî yên bi serpereştiya Ebdulqadir Hemo li taxa Neşwe ya rojhilat girên ji axê çêdikin û rêbendên xwe jî zêde dikin.

Li gor agahiyên welatiyan, çekdarên rejîmê rêyekê nû li kenara çemê Xabûrê vedikin ji bo ku taxa Neşwe bi zeviyên Hebo li bakurê Hesekê ve girêbidin.

Li bajarê Hesekê ji bilî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û asayişa Rêvebeirya Xweser, hîn hêzên rejîmê li pêgehên xwe ne, çekdarên biser ve jî li çend taxan desthilatdarin.

Beriya niha jî hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ve gefa kuştinê li Ebdulqadir Hemo xwaribû.

Berdewam jî şer û pevçûn di navbera hêzên Rêvebeirya Xweser û leşkerên rejîmê û çekdarên biserve derdikevin.

Ji bilî teqînên ku jiyana xelkê dijwar kirine, teqîna dawî jî şeva cejna Remezanê bû ku di encam de 28 kesên sivîl jiyana xwe jidest dabûn.


Şîrove bike