Mesûd Barzanî û François Hollande \ Arşîv

ARA News- Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî êrîşa li bajarê Nice yê Fransaî bi “karekî terorîstî yê hovane” binav kir û ew bi tundî jî şermezar kir.

Di dema birêveçûna merasîmên “Roja Niştimanî” ya Fransayê li bajarê Nice, kesekî ku heta niha nasnameya wî nehatiye zanîn, barhilgira xwe arasatyî koma beşdarbûyan kir û bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûne.

Derbarê bûyerê de Barzanî peyameke piştgirî û hevxemiyê ji Serokê Fransayê, François Holland şand.

Barzanî di peyama xwe de aniye ziman ku “ew êrîşa terorîstî ya hovane ya dilêş û kuştina welatiyên bê tawan” ew gelek “xembar û dilgiran” kiriye.

Herwiha Barzanî biştgiriya gelê Kurdistanê bo gelê Fransayê jî tekez kir û wiha peyama xwe berdewam kiriye: “Terorîst dijminên mirovahî û azadî û asûdeyiya mirovin li seranserê cîhan. Êrîşa terorîstan ya li Nice jî êrîşe li ser prensîp û bihayên azadîxwazî û wekhevî û birayetiyê yên şoreşa Fransayê.”

Di êrîşê de heta niha 84 kesan jiyana xwe jidest dane û bi dehan jî birîndar bûne, li gor agahiyên fermî rewşa 18 birîndaran jî gelek metirsîdar e.

Serokê Herêma Kurdistanê tekez kiriye jî ku, di şerê li dijî teror û tundrewiyê de “gelê Kurdistanê bi hemû awayekî pişgirê gelê û hikûmeta Fransa ya dost e.”

Barzanî hêviya silametiyê jî ji birîndarên bûyerê re xwest.

Heta niha nehatiye zanîn bê ew bûyer ji aliyê çi rêxistinê ve hatiye kirin, lê beriya niha çendîn karên xwekujî ji aliyê DAIŞê ve li Fransayê hatine kirin.


Şîrove bike