Dîmenek ji pevçûnên li Deraayê

ARA News- Heleb\ Deraa

Li her du parêzgehên Heleb û Deraayê şervanên opozîsyonên êrîşî pêgehên rejîm kirin, bi mebesta sivikkirina êrîşên li ser Kastêlo û Dareyayê.

Mislim Ebû Selûm ku di nav şervanên Helebê de ye ji ARA Newsê re diyar kir ku, şervanên Fetih Heleb îro Înê (15ê Tîrmehê) êrîşî leşkerên rejîmê û çekdarên alîkariya wê dikin, li derûdora navçeya pîşeszaniyê ya li rojhilatê Helebê kirin.

Li gor agahiyên Ebû Selûm, her di aliyan top arasteyî pêgehên hev kirin û pi çekên giran şer kirin, şervanan jî karîn topxaneyeke rejîmê têkbibin.

Herwiha şervanên Fetih Heleb çend rokêtên Grad arasteyî koma leşkerên rejîmê li ser girê Şê Yûsif ya li navçeya Şêx Necar kirin.

Di beramber de jî firokeyên rejîmê taxa Lêremûn bombebaran kirin “di encam de jî 2 kesên sivîl jiyana xwe jidest dan û çendên din birîndar bûn.”

Li parêzgeha Deraayê jî, şervanên çend grûpên opozîsyonê êrîşî çeperên leşkerên rejîmê li derûdora bajarokê Busre el-Şam kirin û şer û pevçûnên dijwar di derketin holê.

Rojnamevan Wîsam el-Emîr derbarê wê êrîşî de ji Deraayê diyar kir ku, êrîş bi taybet li ser rêbenda Berd a li ser rêya Wêdaa-Deraayê bû. Di şer û pevçûnan de jî “4 leşkerên rejîmê û 6 şervanên opozîsyonê jiyana xwe jidest dane.”

Di beramber de topxaneya rejîmê bajarokê Busre el-Şam armanckirin û “hejmarek qurbanî di nava sivîlan de ketin.”

Êrîşa li Busre el-Şam bi mebesta sivikkirina şerê rejîmê li dijî bajarê Dareya yê Şamê ye, ku ev çend meh in di bin dorpêçê de ye û niha leşkerên rejîmê ji nava bajêr nêzîk dibin.

Herwiha şervanên li Helebê dixwazin rêya li leşkerên rejîmê di navbera Lîwaya 80 û navçeyên Henderat û Milah li bakurê Helebê bibrin.

Piştî ku leşkerên rejîmê rêya Katsêlo ya stratejîk ji dest şervanên opozîsyonê derxistin.


Şîrove bike