Serkirdeyekî ENKS: Hikûmeta opozîsyonê dê nikaribe xizmeta gel bike

ARA News- Qamişlo

Serkirdeyekî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) diyar dike ku, ew nabînin ku dê hikûmeta demkî ya opozîsyonê karibe “xizmeta gel bike, piştî ku gelek pêkhate piştguhxistine.”

Mihemed Ismahîl ku yek ji serkirdeyên ENKSê li Qamişloyê ji ARA Newsê tekez kir ku, ew dê beşdarî hikûmeta demkî ya opozîsyonê bi serokatiya Cewad Ebû Heteb “nebin.”

Ismaîl got jî ku, di nêrîna ENKSê de hikûmeta Ebû Heteb “girêdayî hêzên mezhebî ye.”

ENKSê pêr Çarşemê (13 Tîrmehê) li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê civînek taybet bi pirsa hikûmeta demkî ya opozîsyonê sazkiribû.

Derbarê sedemên helwesta ENKSê de Ismahîl wiha anî ziman: “ENKS beşdarî wê hikûmetê nebû, ji ber ku ew hikûmet li navçeyeke sînordar û teng e, herwiha dê nikaribe di vê reşwa dijwar de alîkariya gelê Sûriyê bike.”

Ji bilî Kurdan, nûnerên pêkhateya Siryanî û jinan jî di nava hikûmeta demkî ya opozîsyonê de cih negirtine.

Mihemes Ismahîl ku di heman demê de Sekreterê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) ye, tekez kir ku “pişka ENKSê di nava hikûmetê de nehatiye dagirtin.”

Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (ENKS) di destpêka heftiya borî de bi praniya 68 dengan ji koma 98 endaman, hikûmeta Ebû Heteb pesend kir.

Hikûmeta Ebû Heteb ji 8 wezîran pêk tê, li gor birayar opozîsyonê jî, dê bingeha wê hikûmet li parêzgeha Idlibê be.

Parêzgeha Idlibê di bin destê Eniya el-Nusrayê û çendê grûpên din ên Islamî yên ser bi opozîsyonê de ye.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Top