Rêbwar Welî

Dema Îranê berê DAIŞê da Kurdistanê, topxaneyên Îranê li navçeya Koyê bûn. Bi gotina Îraniyan ew yekem hêz bûn ku gehiştin alîkariya Herêma Kurdistanê. Balafireke tejî teqemenî jî amade kiribûn ku dibe beriya wê bi rêya Silêmaniyê re dişandin Sûriyê, vê care li Hewlêrê danîn!

Îranê ev mijar ew hinde li çavê berpirsên PDK’ê da ku di dawiyê de berpirsekî pilebilind ê PDK’ê naçar ma bo wan bêje: “Bes e. Xwezî Hewlêr hatiba girtin û DAIŞ hatiba ser sînorên we û we jî alîkariya xwe ev hinde li çavê me ne daba!”

Piştî vê bersivê êdî Îraniyan ku bixwe baş dizaniyan ka çi kirine, dest ji van gotinan berdan. Lê vê care jî cemaetên PKKê û YNKê berdewam kirin.

Rastiya sala 1996ê ew e ku ji bo dûrkirina Îranê ji Kurdistanê, ji PDKê re ampûla kesk hate vêxistin. Derkete holê ku Hewlêr ji bo Amerîkayê “xeta sor” e. Heman Amerîkayê du sal beriya niha, bi heman destewajiyê “xeta sor a Amerîkayê” sînor bo hemû aliyan danî ku Îranî jî di nav de.

Îranî baş dizanin ku ew ê Hewlêr parast û diparêze jî Amerîka ye û ewan tenê karîn li navçeyê xala lawaz a Amerîkayê peyda bikin ku ew jî Hewlêr e. Ji ber ku ew tişta Amerîkayê bo Hewlêrê kir, ji bo Bexdayê jî nekir.

Jiber vê jî, rêya tenê ya ji bo bikarin Amerîkayê bînin ser xetê ew bû ku Kurdistanê bixin bin metirsiyekê. Di vê de jî serkeftî bûn. Lê ti caran pêşbînî ne dikirin ku wê piştgiriyek ev hinde mezin ê navdewletî ji Hewlêrê re bê. Ji ber vê jî, ji bo wan nû aşkere bû ku nikarin weke xwe bikin.

Niha ku Îran gefan dixwe û PDK bi navê hikûmeta herêmê bi tundî bersiva wê dide, nîşana wê yekê ye ku Kurdistan piştstûr û bê minet e. Gefên Îranê ji lawaziya wan e û diyar e pêşmergeyên Rojhilat jî ew xirab êşandine.

Heger ne wesa ba, ferxika PKKê PJAK ev deh sal in li wir cirt û firtê dikin lê Îranê qet carekê jî behsa hilweşandin û wêrankirina Kurdistanê nekiribû. Lê aliyê komîk ê van gotinên berpirsên Îranê ew e ku, di roja Qudis de van gefan dixwin, ku ev 35 sal e li hêviyê ne Qudisê ji bin destê Cihûyan derbixin û Îsraîlê li ser nexşeya cîhanê jê bibin!

31ê Tebaxê jî dikeve nav

(2)

Piştî çalakiyên leşkerî yên peşmergeyan li Rojhilatê Kurdistanê, beriya dengê Îranê bilind bibe, li nav Başûrê Kurdistanê ew kesên ku şev û roj direviyane gel berpirsên mezin ên PKKê û gerîlayan, ketine beriya Îranê û daxwaz ji pêşmergeyan kirin ku li dijî Îranê çalakiyan nekin! Vêca li pey van hewl û bangan dengê topxaneyên Îranê û gefên wan hatin bihîstin.

Ev 25 sal e PKKê û ferxikên wê, rûberekê fereh ê xaka Başûrê Kurdistanê dagir kiriye. Ji Başûrê Kurdistanê ve êrîşê dar û beran dikin. Lê belê, medyaya bi nav ehlî yên Silêmaniyê, her dem destê xwe li pişta wan dida.

Ev 25 sal e tevgera şoreşgerî ya Rojhilatê Kurdistanê, ji ber xatirê Başûrê Kurdistanê, dest ji xebata çekdarî berda ye. Weke PKKê tenê rojekê jî dijitiya hikûmeta Herêma Kurdistanê nekiriye. Ti caran jî hikûmeta Îranê weke dewleta Tirkiyê deriyê diyalogê ji bo wan nevekiriye û ew red kirine. Niha dema wê hatiye ku heq û hesabek li gel Îranê bê kirin û mafê gelê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê, ji bin destê wan bê derxistin. Çarenivîsa Başûrê Kurdistanê, ber bi kenara aramiyê ve ye, ma ew ên em ê rûbirûy3e wan bin wê ji DAIŞ’ê dirindetir (hov) bin?

Di vê navberê de, hinek kesên ku bi xwe di bin rehma lûleta tifewngan de hikûmraniyê dikin, dibêjin; modela xebata çekdarî ser ve çûye. Heman ew kes xwedanên wê gotinê bûn ku xebata pêşmergeyên Rojhilat biçûk dikirin û digotin; hemû ziyanên xebata çekdarî yên pêşmergeyên Rojhilat bi qasê mirinên rojekê yên rûdanên trafîka Tehranê jî nabe.

Her ew kes in ku vê care jî bikevin pêş pasdarên Îranê û wan bînin ser mal û zarokên bê guneh ên pêşmergeyên Rojhilat. Lê ev bi hêsanî li ser wan re derbas nabe. Di sala 1996ê de YNKê bacek giran da ku ew jî 31ê Tabaxê bû. Heger vê care jî hemen tiştî bike, divê çaverêyê 31ê Tabaxê be.

Komel û PDK li ser pişta Rûdawê!

(3)

Di Gûlana sala 2006ê de, kesekî bombeyek molotofî avête nav ofîsa rojnameya Cumhuriyet a Tirkiyê. Ew bombe û çend bombeyek din ê wê sale, bûne destpêka mezintirîn tasfiyeya hesabên siyasî yên dîroka Tirkiyê. Di bin bavê operasyonên “Ergenekonê” de, bi hezaran kesên berpirsên Artêşa Tirkiyê, kesên siyasî, rojnamevan û çalakvan hatine girtin û şandine zîndanan.

5 sal piştî vê bûyerê, heman ew kesê bombeavêj çû ber dadwer û û got: “Polîsan bombe dane min da ku bavêjim avahiya rojnameyê. Lê min dil neda bombe bavêjim. Lewma min molotof bikaranî ku ziyan negehe ti kesan.”

Niha li dijî Rûdawê êrîşeke terorîstî hate encamdan û ziyan gehişte karmendan. Asayîşa Kurdistanê ji ber vê tohmetê du kes binçav kirin û li gor daxuyaniyên asayîşê, yek ji wan tometbaran ji tawanê mikur hatiye.

Ne giring e ku ew kes ser bi kîjan aliyê siyasî ne, lê nabe ti kesek, endamê kîkan partiyê dibe bila bibe, ji ber tawanê xwe hêsanî bo bê kirin. Herwiha nabe ku kiryara endamê partiyekê jî bikin male wê partiyê hemûyê.

Gelo heger ew herdu kes, an jî ew kesên destê wan di vî karî de hebin bên girtin, heger endam û alîgirê YNKê yan jî partiyekê din ve bana, ma dibû ku li ser tawana wan YNK an jî her çi partiyek be, bê daxistin?

Ewa li ser rûdawê de hatiye, kiryareke terorîstî ye û nabe ku ti kes jî vê yekê weke amrazek siyasî bikar bîne.

Çavkanî: Rûdaw


Şîrove bike