NY: Divê cîhan Êzdiyan jibîr neke

ARA News- Navenda Nûçeyan

Sekrerterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY), Ban Ki-moon ragihand ku divê cîhan Kurdên Êzdî yên hê di dest DAIŞê de jibîr neke û “rizgrakirina wan di nav her operasyonek leşkerî de be.”

Ban Ki-moon di duyemîn salvegera katresata Şingalê de, di daxuyaniyeke nivîskî de tawanên ku li dijî Kurdên Êzdî hatine kirin bi tundî şermezar kir û ragihand ku “tawanên ku DAIŞê kirine dibe ku tawanên cengê, tawanên li dijî mirovahiyên yan jenosîd be.”

Di 3yê Tebaca 2014an de DAIŞê Şingal dagîrkir û komkujî û tawanên li dijî mirovahiyê derheqê Kurdên Êzdî de kir, heta niha jî bi hezra keç, ji, xot û law di dest çekdarên radîkal de mane.

Sekreterê Giştî yê NY bang li civaka navdewletî kir ku, jin û zarokên Kurdên Êzdî yên hê di dest DAIŞê de jibîr nekin û rizgarkirina wan yek ji armancên her operasyoneke leşkerî li dijî wê rêxistina radîkal be.

Li gor amarên NY, heta niha nêzîk 2 hezar û 300 jin û zarokên Kurdên Êzdî di dest DAIŞ de ne.

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî jî di gotarekê de li wuyemîn salvegera karesata Şingalê eşkere kir ku, heta niha 2 hezar û 500 Kurdên Êzdî ji dest çekdarên radîkal hatine rizgarkirin.

Herwiha Barzanî soza da ku ew dê hemû hewldanekê bikin ji bo rizgarkirina kesên di dest DAIŞê de mayîn.

Di Mijdara 2015an de û bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi alîkariya firokeyên hevpeymanan, Şingal ji çekdarên radîkal paqij kirin.

Top