“Firokeyên Rûsî” 2 kampên derbideran li Helebê armanckirin

ARA News- Navenda Nûçeyan

Hat ragihandin ku firokeyên Rûsî 2 kampên derbideran li sînorê parêzgeha Helebê bombeberan kirin, herî kêm jî 2 zarokan jiyana xwe jidest dane.

Li go Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, firokeyan îro Pêncşemê (4ê Tebaxê) 2 kampên penaberan li nêzîk bajarê Etarib (rojavayê Helebê) li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê armanckirin.

Di daxuyaniya Rewanegha Sûrî de hatiye ku, ji encama wê êrîşê herî kêm 2 zarokan jiyana xwe jidest dane û 30 derbiderên din jî birîndar bûne.

Herwiha ji encama bombebaranê agir bi çendîn konên li her du kampan ketiye.

Rewangehê diyar kiriye jî ku, ew guman dikin ku firoke Rûsî ne ji ber ku “rengên wan” wek rengên taybet bi firokeyên Rûsî ne yên ku li Sûriyê alîkariya rejîmê dikin.

Ji dawiya Îlona 2015an ve, firokeyên Rûsî dest bi operasyonên esmanî ji bo alîkariya rejîma Sûriyê kiriye.

Top