Dîsan firokeyên Rûsî li Helebê komkujî kirin

ARA News- Heleb

Firokeyên Rûsî carek din navçeyên sivîlan li Helebê armanckirin û di encamê de herî kê 12 kesan jiyana xwe jidest daye.

Li gor ku rojnamevan Wail Mihemed ji Helebê ji ARA Newsê re diyar kiriye, firokeyên Rûsî îro Înê (5ê Tebaxê) bi dehan operasyon li taxa Merce li Helebê armanckirin.

Wail Mihemed da zanîn ku, di wê êrîşê de herî kêm 12 kesan jiyana xwe jidest daye û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Ji aliyê din ve leşkerên rejîmê ji taxa Hemedaniye rokêtek arasteyî taxa Bistan el-Qesir kirin, di encamê de çend kes birîndar bûn.

Herwiha firokeyên Rûsî bo roja 7em li ser hev, bajarê Etarin (rojava) armanckirin, di encamê de 5 kesan jiyana xwe jidest dan û bêhtir ji 20 kesên din birîndar in.

Li çend eniyên Helebê, bi taybetî li rojhilat û bakur şer û pevçûnên giran birêve diçin.

Top