QSDê gundekî din ji DAIŞê baqij kir

ARA News- Kobanê

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) gundekî din li derûdora Minbicê ji dest çekdarên DAIŞê derxistin.

QSDê di daxuyaniyekê de îro Înê (5ê Tebaxê) ragihand ku, şervanên wan êrîşeke mezin birin ser gundê Menkûbe li bakurê-rojhilatê Minbicê.

Di daxuyaniyê de hatiye jî ku, piştî ziyanên mezin ên ku gihane DAIŞê, gundê Menkûbe ji dest çekdarên radîkal hat derxistin.

Li çend eniyên bajarê Minbicê jî şer û pevçûn berdewam in, şervanên QSDê jî hin bi hin kontrola xwe li ser taxên bajêr disepînin.

Di heftiya borî de, şervanan çendîn taxên girîng ên li derûdora navenda Minbicê rizgarkiribûn.

Top