Tirkiyê dixwaze “danûstandinên çareseriyê” li Sûriyê destpê bibin

ARA News- Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Tirkiyê banga destpêkirina gereke nû ji danûstandinên çareseriya krîza Sûriyê kir.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê, Mevlut Çavuşoglu di daxuyaniykê de ji televîzyona TCTR-Heber re îro Înê (5ê Tebaxê) hişyarî ji pêleke nû ya koçberiyê li Helebê da.

Ev bû mehek ku leşkerên rejîmê navçeyên opozîsyonê li rojhilatê Helebê dorpêç kirine, jiyana 350 hezar kesî jî ketiye metirsiyê.

Herwiha Mevlut Çavuşoglu daxwaza destpêkirina gera çaremîn ji danûstandinên di navbera opozîsyon û rejîma Sûriyê de kir.

Ev bû çend meh ku hewldanên navdewletî ji bo destpêkirina danûstandinên çareserkirina krîza Sûriyê ketine rojevê, lê heta niha ti demeke diyarkirî bo wan danûstandinan nehatiye diyarkirin.

Danûstandin li Cenêvê bi serpereştiya Neteweyên Yekbûyî (NY) birêve diçin, lê heta niha nakokiyên Mosko û Washingtonê rêgirin li destpêkirina wan danûstandinan.

Top