Ji sedî “90ê” Minbicê hatiye rizgarkirin

ARA News- Kobanê

Fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihandin ku, wan ji sedî 90ê bajarê Minbicê kontrol kiriye.

Ev bêhtir ji du mehan e ku operasyona azadkirina Minbicê ji aliyê QSDê ve bi alîkariyeke mezin ji hevpeymaniyan navdewletî destpêkiriye.

Fermandarên QSDê îro Înê (5ê Tebaxê) ji medyayê re diyar kirin ku, niha ji sedî 90ê Minbicê ji çekdarên radîkal hatiye paqijkirin.

Şervanan îro dest danîbûn li ser filkeya Bete li başûrê Minbicê û nanxaneya li navenda bajêr.

Herwiha gundê Menkûbe li bakurê-rojhilatê bajêr jî ketibû dest şervanan de.

Li gor agahiyên ARA Newsê, niha şer û pevçûn li nêzîk filkeya Cizîre li rojhilatê Minbicê dijwar dibin.

Top