Şervan derbasî pêgeha sereke ya rejîmê li başûrê Helebê bûn

ARA News- Navenda Nûçeyan

Şervanên Artêşa Fetih derbasî nava pêgeha sereke ya rejîma Sûriyê li Helebê bûn, şer û pevçûnên dijwar jî di navbera wan û leşkeran de berdewam in.

Yek ji şervanên li başûrê Helebê bi navê Mistefa Silêman derbarê wî şerî de ji ARA Newsê re diyar kir ku, şervanan îro Înê (5ê Tebaxê) otomobîleke bombekirî li pêş dergeha “Kolîja Topxaneyê” teqandin, piştire jî derbasî nava wê kolîjê bû.

Silêman da zanîn ku niha şer û pevçûnên giran li nava wê pêgeha rejîmê diqewimin, tevî bombebaran dijwar ji aliyê firokeyên Rûsî ve.

Herwiha li derûdora “Kolîja Teslîh”, ku embargeha çekan a rejîmê ye, şervanan êrîşek destpêkirin û karîn derbasî nava wê binkeyê jî bibin.

Heta niha şer li “Kolîha Topxaneyê û ya Teslîh” berdewam in, şervan jî bi moralek bilind êrîşê berdewam dikin.

Her du kolîjên Topxane û Teslîh, pêgehên sereke yên rejîmê li başûrê Helebê ne.

Şervan jî dixwazin li hemû eniyên Helebê êrîş bikin, ji bo ku dorpêça li ser rojhilatê bajêr bişkînin.

Top