“Asayişa Rojava” çend berpirs ji kar dûrxistin

ARA News- Qamişlo

Asayişa Rojava ya ser bi Rêveberiya Xweser ve, çend berpirsên xwe derbarê teqîna Qamişloyê de ji kar dûrxistin.

Teqîn roja 27ê Tîrmehê bi rêya barhilgireke bombekirî li taxa Xerbî li Qamişloyê çêbibû, bêhtir ji 53 kesan jî têde şehîd bibûn.

Asayişê îro Înê (5ê Tebaxê) derbarê teqînê de daxuyaniyek belav kir, bêyî ku amaje bi hûrgiliyên li ser çawaniya teqînê bike.

Di daxuyaniyê de hatiye ku her yek ji “Rêveberê Dezgeha Hatin û Çûnê ya Rojava (Ebdulbasit Mihemed Kutî), Berpirsê Rêbendan li Asayiş (Şêxmûs Ehmed Ehmed) û Berdevkê Asayişa Rojava (Ebdulla Mihemed Seidûn)” ji kar hatine dûrxistin.

Piştî teqînê, şîrovekar û çavdêran gelek pirs û xalên cihê gumanê derbarê çawaniya derbasbûna wê barhilgirê ji rêbendên asayişê, xistin rojevê. Tevî ku ji beriya ku asayiş bê damezrandin jî rêyeke taybet a barhilgiran li derveyî bajarê Qamişloyê heye û hatina nava bajêr li wan qedexe bû.

Lê di daxuyaniya asayişê de ti amajeyek bi hûrgiliyê teqînê û pirsên ku heta niha di rojevê de ne, nehatiye dayîn.

Di teqînê de gelek avahî û balexane hilweşiyane, asayiş jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku “200 milyon lîreyên Sûrî” ji bo dubare avakirina avahiyan hatine taybetkitin.

Top