Opozîsyona Sûriyê: Me daxwaza sazkirina danûstandinan ji Tirkiyê nekiriye

ARA News- Navenda Nûçeyan

Berpirsekî opozîsyona Sûriyê ragihand ku, wan daxwaz ji Tirkiyê nekiriye ku hewlên xwe bo sazkirina danûstandinên ligel rejîmê, bike.

Serokê şanda danûstandinan a opozîsyona Sûriyê, Eshed el-Zuhbî îro Înê (5ê Tebaxê) tekez kir ku, wan ti daxwazeke bi wî awayî ji Tirkiyê nekiriye.

Lê el-Zuhbî anî ziman ku, opozîsyon pêşwaziyê li her danûstandinekê bikin, lê bê mercên pêşwext.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê, Mevlut Çavuşoglu di daxuyaniykê de ji televîzyona TCTR-Heber re îro daxwaza destpêkirina gera çaremîn ji danûstandinên di navbera opozîsyon û rejîma Sûriyê de kir.

Ev yek di demekê de ye ku, ev çend mehin ku hewldanên navdewletî ji bo destpêkirina danûstandinên çareserkirina krîza Sûriyê ketine rojevê, lê heta niha ti demeke diyarkirî bo wan danûstandinan nehatiye diyarkirin.

Top