Heleb: Îro 60 kesên sivîl bûn qurbaniyên bombebaranê

ARA News- Navenda Nûçeyan

Li her çar dewrên bajarê Helebê şerê bejayî û operasyonên esmanî yên dijwar berdewam in, di 24 demijmêrêm borî de jî 60 kesên sivîl bûn qurbaniyên bombebaranê.

Li gor agahiyên televîzyona al-Jazeera, firokeyên Rûsî û topxaneya rejîmê çendîn tax û bajarokên Helebê dan ber bombe û topan.

Fi nûçeyê de hatiye ku, ji encama wan êrîşan di 24 demjimêrên borî de 60 kesên sivîl jiyana xwe jidest dane.

Beriya niha çavkaniyekê ji Helebê ji ARA Newsê re diyar kiribû ku, firokeyan taxa Merce (başûr) bombebaran kiribûn û di encamê de 10 kesan jiyana xwe jidest dane, li got al-Jazeera jî, ji her 10 qurbaniyan 7 zarok in.

Herwiha di êrîşên esmanî yên li ser taxên el-Salihîn û Herabilê de herî kêm 6 kesan jiyana xwe jidest dan.

Bo 6emîn roj jî, firokeyên Rûsî êrşên li ser bajarê Etaribê (rojavayê Helebê) berdewam dike, 4 kes ji yek malbatê jî bûn qurbaniyên êrîşa îro.

Herwiha li bajarokê Mensûre (rojava) jî 6 kes- 4 zarok û 2 jin- ber êrîşa firokeyan ketin.

Top